Hevserokê DEM Partiyê yê Qoserê hat girtin

Hevserokê DEM Partiyê yê Qoserê Abulkerîm Erdem hat girtin.
22.05.2024, Çar - 10:07
Hevserokê DEM Partiyê yê Qoserê hat girtin
Nuçe Belav bike

Cezayê ku li li Hevserokê DEM Partiyê yê Qoserê Abulkerîm Erdem hatibû birîn hat pesendkirin.

7 sal û 11 meh cezayê girtîgehê li Abulkerîm Erdem hatibû birîn.

Hêzên ewlehiyê piştî pesendkirina wî cezayî, Erdem veguhast girtîgeha Amedê.

Dema Abulkerîm Erdem hevserokê navçeya Dêrikê bû bi hinceta “endamtiya rêxistinê” derbarê wî de doz hatibû vekirin.

Di wê dozê de bi 7 sal û 11 mehan cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.

Sala 2016an di çarçoveya dozê de hatibû girtin û 2 sal û 6 meh di girtîgehê de mabû.

Herî dawî sala 2019an ji girtîgehê hatibû berdan.

 

Vî nûçeyê tevayî: 856 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:38:21