Hevserokê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk û Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û Hevserokê Şaredariya Xelfetî ya ser bi Rihayê Mehmed Karayilan ji kar hatin dûrxistin û di cîha wan de qeyûm hat danîn. Vê derbarê de Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragehand, Hevserokê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk ji ber lêpirsên û cezayê girtîgehê yê ji ber tewanê endamtiya rêxistina terorê ji erk hatiye dûrxistin û di cîha wî de parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun hatiye erkdar kirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragehand, Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk jî ji ber endamtiya rêxistina terorê ceza wergirtiye û ji ber heman tewanî lêpirsînên wê yên berdewam dikin hene û ji ber wê jî ji erkê Hevserokatiya Şaredariya Êlihê hatiye dûrxistin û di cîha wê de parêzgarê Mêrdînê Ekrem Canalp wek Wekîlê Serokê Şaredar hatiye erkdar kirin.
Daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de hat gotin herdu Hevserokên Şaredariyê jî wek tevdîrekî demkî ji erk hatine dûrxistin.
Herwaha ji aliyê din ve Hevserokê Şaredariya Xelfetî ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê Mehmed Karayilan jî, ji ber cezayên wî yên ji ber tewanê endamtiya rêxistina terorê û herwaha dozên wî yên di wê çarçoveyê de berdewam dikin hene û ji ber wê jî ji erk hatiye dûrxistin û di cîha wî de Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu wek Wekîlê Serokê Şaredariya Xelfetiyê hatiye erkdar kirin.