Hevserokên Şaredariya Panosê yên HDPê hatin desteserkirin

Hevserokên Şaredariya Panosê yên HDPê ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç hatin desteserkirin.
09.06.2023, Cum - 09:56
Hevserokên Şaredariya Panosê yên HDPê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan îro Înê 9ê Hezîrana 2023an Hevserokên Şaredariya Panosê yên HDPê û Rêveberê Çavkaniyên Mirovan yê şaredariyê Ugur Laçin hatine desteserkirin.

Yek ji Hevserokê Şaredariya Panosê Muşerref Geçer li navenda bajêr û Emrah Kiliç jî li Stenbolê hatiye desteserkirin. Sedema desteserkirina hevserokan nehatiye zanîn û ew bo Rêveberiya Emnî ya navçeyê birine.

Li gor zanyariyan karûbarê wan yê yasayî berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 454 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:41:04