Heyeta KURD-KAVê Li Amedê Seredana PWKyê Kir

Heyeta KURD-KAVê(Weqfa Çand û Lêkolînê ya Kurd) roja 26.01.2024ê li Amedê seredana PWKyê kir.
26.01.2024, Cum - 14:54
Heyeta KURD-KAVê Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Nuçe Belav bike

Heyeta KURD-KAVê ji Serokê Giştî yê KURD-KAVê Mehmet Celal Baykara û rêvebirên KURD-KAVê Semra Arcan Gokçen, Ercan Îlgîn, Koroglu Karaaslan pêk hatibû.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk û rêvebirên PWKyê pêşewazîya heyeta KURD-KAVê kirin.

Heyeta KURD-KAVê di derbarê xebatên KURD-KAVê de agahdarî da û pêwîstîya dîyalog, bihevrexebat, alîkarî û pêştgirîya hemû alîyên kurdan yên ji bo ziman û çand û tarîxa kurdan de anî ziman.

Heyeta PWKyê jî ji bo vê seredanê spasîya heyeta KURD-KAVê kir û piştgirîya xwe ji bo vê pêşniyarîya KURD-KAVê anî zimên.

Hevdîtina heyetên KURD-KAV û PWKyê di atmosfereke dostane û berhemdar da derbas bû.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 639 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:43:19