Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Komeleya Şêx Seîd Kir

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja çarşemê 27.12.2023yê, li Amedê seredana Komeleya Şêx Seîd kir.
28.12.2023, Per - 06:55
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Komeleya Şêx Seîd Kir
Nuçe Belav bike

Heyeta PWKyê ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, Vahît Aba, endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Yûsûf Aydin, Mehmet Alî Yilmaz û endamê Meclîsa Partîyê û Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran, Serokê Teşkîlata Yenîşer a Dîyarbekirê ya PWKyê Talîp Sana pêk hatibû.

Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat û rêvebirên komeleyê Samet Bîlgîn û Zahit Çîftkuran pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay ji ber vê pêşewazîyê spasîya heyeta Komeleya Şêx Seîd kir û got "Em ji ber protesto kirina êrîşên li ser Şêx Seîd Efendî vê seredanê dikin. Şêx Seîd, rêberê milî yê miletê Kurd e, rûmeta me ye. Em giş nevîyê Şêx Seîd in. Cîhê dilxweşîyê ye ku hemû beşên civata Kurdistanê bi yek dengî li Şêx Seîd Efendi xwedî derketin û êrîş û heqaretên li wî hatin kirin protesto kirin. Çi çep, çi rast, wan alî û kesayetên ku berdewamîya Îttîhad Terakî ne, bi van êrîşan dîyar kirin ku, ew ji yek kanîyê avê vedixwin.Em van nîjadperest û şowenîstan, van dijminên miletê Kurd protesto dikin, şermezar dikin. Em li gel malbata Şêx Seîd Efendî ne, em berdewamîya rêberê xwe yê milî Şêx Seîd Efendî ne".

Serokê Komeleya Şêx Seîd, Kasim Firat jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kir û got "Em ji ber helwesta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya milî, ya lêxwedîderketina reberê me yê milî Şêx Seîd Efendi, em careke din spasîya PWKyê dikin. Em bi hev re xurt in".

Hevdîtina heyeta PWK û heyeta Komeleya Şêx Seîd di atmosfereke dostane û germ de derbas bû.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 253 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:53:03