Heyeta PWKyê ji bo piştgirîyê seredana Pîne Cafeyê kir

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji rêvebirên PWKyê pêk hatibû, îro ji bo piştgirîyê li Amedê seredana Pîne Cafeyê kirin.
30.05.2024, Per - 13:14
Heyeta PWKyê ji bo piştgirîyê seredana Pîne Cafeyê kir
Nuçe Belav bike

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji rêvebirên PWKyê pêk hatibû, Îro roja 30.05.2024ê , ji bo piştgirîyê li Amedê seredana Pîne Cafeyê kirin.

Heyeta PWKyê girtina xwedîyê Pîne Cafeyê Ramazan Şîmşek protesto kirin û gotin ‘’Em li gel Pîne Cafeyê, li gel rêzdar Ramazan Şîmşek in. Divê Ramazan Şîmşek di demildest de bê berdan. Pîne Cafe li zimanê kurdî xwedî derdikeve, divê em jî li Pîne Cafeyê xwedî derkevin’’.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Vî nûçeyê tevayî: 1111 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:31:15