Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa terorê ya li Enqereyê şermezar dike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa terorîstî ya li nêzîkî Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Enqerê şermezar dike.
01.10.2023, Paz - 18:14
Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa terorê ya li Enqereyê şermezar dike
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro 1ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişa terorîstî ya li nêzîkî Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Enqerê şermezar dike.

Pêşewa Hewramanî got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser helwesta xwe ya neguhêr li hember her karekî terorîstî û tundrewiyê dike û daxwaza bihêzkirina hevkarî û hemahengiya navdewletî ji bo nehiştina teror û îdyolojiya terorîstan li cîhanê û rêgirtin li çalakiyên wan dike.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya di daxuyaniyek de diyar kir, “Demjimêr 09.30'an, 2 terorîstên ku bi wesayiteke bazirganî ya sivik hatin ber deriyê Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya ser bi Wezareta Navxwe û êrîşeke bombeyî pêk anîn.”

Yerlîkaya diyar kir ku di encama êrîşê de 2 polîs sivik birîndar bûne. Herwiha da zanîn,“Yek ji terorîstan xwe teqand û terorîstê din jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kuştin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 718 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:08:01