Hikûmetê peykerê Cigerxwînê rakir

Hat ragihandin ku peykerê helbestvan û nivîskarê navdarê kurd Cegerxwîn yê li Êlihê hatibû danîn, ji aliyê qeyûmê Elihê ve hatiye rakirin.
22.06.2022, Çar - 06:30
Hikûmetê peykerê Cigerxwînê rakir
Nuçe Belav bike

Partiya Demokratîk a Gelan HDPê ragihand, peykerê helbestvanê Kurd ê navdar Cegerxwîn ê di sala 2007an de li Parka “Kîne Em” hatibû danîn, ji aliyê qeyûmê Elihê ve hatiye rakirin.

HDPê helwesta qeyûmê Êlihê (Batman) şermezar kir û daxwaz kir demildest dîsa li cihê xwe bê danîn.

Helbestvan Cegerxwîn ji gundê Hesarê ya Kercewsa Êlihê ye

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 477 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:44:06