Hinardeya 16 bajarên Bakurê Kurdistanê kêm bû

Yekîtiya Hinardekarên Rojhilatê Anadoluyê ragihand Li Bakurê Kurdistanê hinardeya 9 mehên destpêka sala 2021ê milyarek û 884 milyon û 606 hezar dolar bû. Hinardeya DAIBê li gor sala par 51 milyon û 861 hezar dolar kêm bû.
12.10.2022, Çar - 07:23
Hinardeya 16 bajarên Bakurê Kurdistanê kêm bû
Nuçe Belav bike

DAIB, ku bajarên Agirî, Erdexan, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Erzerom, Erzîngan, Xarpêt, Îdir, Colemêrg, Mûş, Şirnex, Dêrsîm, Wan, Qers û Sêrt ên Bakurê Kurdistanê endamên wê ne, di 9 mehên destpêkê yên sala 2022ê de bi bihayê milyarek û 832 milyon û 745 hezar dolaran hinarde kiriye, ku di rêza yekem a hinardeya wan de Herêma Kurdistanê û Iraq hene.

Endamên DAIBê, herî zêde berhemên pîşesaziyê hinarde kirine û di 9 mehan de bi bihayê milyarek û 368 milyon dolaran berhemên pîşesaziyê hinarde kirin.

Herwiha DAIBê di 9 neh mehan de bi bihayê 302 milyon û 837 hezar dolaran berhemên çandiniyê û bi bihayê 161 milyon û 267 hezar dolaran berhemên çavkaniyên xwezayî (maden) hinarde kirine.

Di hinardeya DAIBê ya 9 mehan de Herêma Kurdistan û Iraqê bi 359 milyon û 801 hezar dolaran di rêza yekem de cih girtin. Herwiha bi bihayê 109 milyon û 555 hezar dolaran Îranê di rêza duyem, bi bihayê 98 milyon û 842 hezar dolaran Azerbaycanê di rêza sêyem, bi bihayê 75 milyon û 293 hezar dolaran Almanya di rêza çarem û bi bihayê 68 milyon û 552 hezar dolaran jî Îsraîlê di rêza pêncem de cih girt.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 364 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:49:31