Hinardeya 25 bajarên Bakurê Kurdistanê 15 milyar dolar derbas kir

Li gor amarên Meclîsa Hinardekarên Tirkiyê, sala 2022an 25 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi 15 milyar û 989 milyon û 994 hezar dolaran hinarde kirine, piraniya wê bo Herêma Kurdistanê û Iraqê bûye.
06.01.2023, Cum - 08:50
Hinardeya 25 bajarên Bakurê Kurdistanê 15 milyar dolar derbas kir
Nuçe Belav bike

Meclîsa Hinardekarên Tirkiyê, amarên hinardeya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên sala 2022an eşkere kirin. Li gor amaran sala 2022an ji 25 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi 15 milyar û 989 milyon û 994 hezar dolaran hinarde hatiye kirin. Hinardeya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî sala 2022an bi giştî 254 milyar û 209 milyon û 535 hezar dolar bûye.

1 – Parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê li ser asta Bakurê Kurdistanê bi 10 milyar û 523 milyon û 349 hezar dolar hinarde di rêza yekem de cih digre. Ku herî zêde bi 2 milyar û 910 milyon û 220 hezar dolaran xorak hinarde kiriye.

2 – Duyem parêzgeh Mereş e ku bi milyarek û 464 milyon û 301 hezar dolaran hinarde kiriye, ku herî zêde bi 868 milyon û 854 hezar dolaran berhemên cilûbergan hinarde kiriye.

3 – Sêyem parêzgeh Mêrdîn e, ku bi giştî milyarek û 78 milyon û 582 hezar dolaran hinarde kiriye. Mêrdînê bi 613 milyon û 71 hezar dolaran xorak hinarde kiriye, ku piranî ard û savar e.

4 – Parêzgeha çaremîn a hinardeya herî zêde Şirnex e. Şirnexê bi 797 milyon û 810 milyon dolaran hinarde kiriye, ku herî zêde bi 353 milyon û 207 hezar dolaran xorak hatiye hinardekirin.

5 – Meletiya Bakurê Kurdistanê, ku li ser asta cîhanê navenda qeysiyan e di rêza pêncan de ye. Meletiyê bi 455 milyon û 29 hezar dolaran hinarde kiriye, ku ji wê hinardeyê 245 milyon û 51 hezar dolar qeysiyên hişk in.

6 – Parêzgehên herî mezin ên Bakurê Kurdistanê Amed û Riha jî di rêza 7 û 8an de cih girtin. Amedê bi 294 milyon û 851 hezar dolaran û Rihayê jî bi 257 milyon û 347 hezar dolaran hinarde kirine.

7- Herî kêm jî ji parêzgeha Dêrsîmê hinarde hatiye kirin. Dêrsîmê sala 2022ê bi 755 hezar û 400 dolaran hinarde kiriye, ku herî zêde bi 387 hezar û 870 dolaran makîne û amûrên makîneyan hinarde kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 637 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:57:46