HPGê bîlançoya sala 2022an belav kir

Baskê serbazî yê PKKê, HPGê di bîlançoya şer a sala 2022an de ragihand ku 301 endamên wan canê xwe ji dest dane. Li aliyê din Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar di daxuyaniya xwe ya têkildarî bîlançoya sala 2022an de diyar kir ku 3 hezar û 982 endamên HPGê canê xwe ji dest dane.
02.01.2023, Pts - 11:43
HPGê bîlançoya sala 2022an belav kir
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya ku ji aliyê HPGê de hat kirin de hejmara gerîlayên HPGê yên ku canê xwe ji dest dane û leşkerên Tirkiyê yên ku di sala 2022an de hatine kuştin eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku PKKê 3 hezar û 34 çalakî li dar xistine ku hezar û 232 ji wan şer bûne û di wan çalakiyan de 2 hezar û 942 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 301 gerîlayên HPGê jî canê xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku nasnameyên HPGyiyên ku canê xwe ji dest dane bi raya giştî re hatine parvekirin ku 64 ji wan gerîlayan li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

HPGê her wiha ragihandin ku 237 gerîlayên wan di nava sînorên Herêma Kurdistanê de canê xwe ji dest dane ku 55 ji wan gerîlayan bi “çekên kîmyewî” canê xwe ji dest dane. Her wiha hat diyarkirin ku di çalakiyan de 6 endamên HPGê jî dîl ketine destê artêşa Tirkiyê.

Daxuyaniyên Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ên sala 2022an

Li aliyê din Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar di civîna ku bi nûnerên Enqerê yên rojname û televîzyon re derbarê bîlançoya sala 2022an de daxuyanî da.

Akar diyar kir ku di sala 2022an de 3 hezar û 982 gerîlayên HPGê canê xwe ji dest dane û Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) 100 operasyonên mezin û 453 operasyonên navîn bi giştî 553 operasyon li dar xistine.

Akar li ser "Operasyona Pence Kilîl" a li Avaşîn, Zapê û Basyan a Herêma Kurdistanê de ragihand ku operasyon di 17ê Nîsana 2022an de hatiye destpêkirin û di operasyonê de 506 endamên HPGê canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de Akar destnîşan kir ku ew bi operasyonan xwe gihîştine herêmên wek Qendîl, Asos, Şingal û Mexmûrê.

Akar di derbarê hejmara leşkerên hatine kuştin de ti agahî nedan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 656 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:59:48