HPGê nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir

Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 4 gerîlayên PKK yên ku li Herêma Kurdistanê di şer û pevçûnên bi artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane, eşkere kir.
24.12.2022, Cts - 08:22
HPGê nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di 22ê Kanûna 2022an de navê gerîlayên ku di 4ê Tîrmeha 2022an de li herêma Zapê ya Herêma Kurdistanê di şerê bi artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane, eşkere kir.

Li gor daxuyaniya HPGê nasnameyên 4 gerîlayan wiha ye, “Nûcan Durak bi nasnav Goksu Avesta ji Şirnexê, Medîne Mistefa bi nasnav Avênt Andok ji Efrînê, Serhed Aksoy bi nasnav Tolhildan Tîrêj ji Stenbolê û Mihemed Elîko bi nasnav Dilsoz Serhed Giravî ji Efrînê.”

Artêşa Tirkiyê danê sibeha 18ê Nîsana 2022an, operasyona bi navê “Pence-Kilîl” li dijî PKKê li herêmên Avaşîn, Matîn û Zapê yên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku 501 gerîlayan canê xwe ji dest dane û 77 leşker hatine kuştin. HPGê jî ragihand ku 2 hezar û 751 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 212 gerîlayan canê xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 415 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:50:40