HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayên ku li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.
06.05.2024, Pts - 15:58
HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir
Nuçe Belav bike

HPGyê da zanîn ku gerîlayên bi nasnavên Soro Amanos û Şiyar Amed Hezîrana 2022yan “di berxwedana efsanewî ya li dijî dagirkeran de” canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên her du gerîlayan bi vî awayî ne:

Soro Amanos: Navê wî yê fermî Muslum Urper e, ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye û 10ê Hezîrana 2022yan li Başurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Şiyar Amed: Navê wî yê fermî Mahsum Bozat e, ew li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê ji dayîk bûye û 30ê Hezîrana 2022yan li Başurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye. (Rudaw)

 

Vî nûçeyê tevayî: 565 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:40:02