Îdır: Polîsan bi ser DEM Partiyê de girt... Gelek kes hatin desteserkirin
Polîsan bi ser avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê de girt û tevî hevserokê partiyê yê bajêr çend kesên din jî hatin desteserkirin.
10.10.2024, Per - 10:42
Hêzên ewlehiyên yên Tirkiyeyê, li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê îro sibehê zû bi ser avahiya DEM Partiyê de girt.
Polîsên tîmên taybet, tevahiya kolan û cadeyên ku diçin avahiya DEM Partiyê dorpêç kirin.
Hat zanîn ku Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçuk û çend kesên din hatine destersekirin.
Sedema biserdegirtinê nehate zanîn û lêgerîna li avahiya partiyê jî berdewam dike.
Vî nûçeyê tevayî: 208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:18:58