Iraqê dema qedexeya li ser firokexaneyên Kurdistanê dirêj kir

Hikûmeta Iraqê biryara rawestandina geştên navdewletî ji bo firîngehên Herêma Kurdistanê dirêj kir û ragihand, heya 28ê Sibata 2018an, ti geşteke navdewletî li firîngehên Herêma Kurdistanê nayê encamdan.
28.12.2017, Per - 05:52
Iraqê dema qedexeya li ser firokexaneyên Kurdistanê dirêj kir
Nuçe Belav bike

Rêvebira firîngeha navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayiq di pêwendiyeke telefonî de ji Kurdistan24ê re ragihand, ku rawestandina geştên navdewletî li firîngehên Herêma Kurdistanê, di berjewendiya Bexdayê de ye û tenê hêlên ezmanî Iraqî geştên navdewletî dikin.

Telar Fayiq eşkere kir, ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, biryar di destê xwe de hiştiye û heger fişar ji civaka navdewletî nebe, dibe ku rewşa bi vî awayî berdewam bike.

Piştî encamdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê di 25ê Êylûna derbasbûyî de, hikûmet û perlemana Iraqê, hejmarek biryar li dijî Herêma Kurdistanê derxistin, yek ji wan biryaran jî, rawestandina geştên navdewletî bû li firîngehên Herêma Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1226 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:34:25