Ji bo 12 parêzgehên herêma erdhejê hişyarî hat dayîn

Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ji bo 12 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde da û dibêje ji ber egera lehiyê divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
25.03.2023, Cts - 07:21
Ji bo 12 parêzgehên herêma erdhejê hişyarî hat dayîn
Nuçe Belav bike

Saziya Keşnasî ya Tirkiyê roja Şemiyê 25ê Adara 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku ji îro demjimêr 06:00an û heta şeva Duşemê li 12 parêzgehên herêma erdhejê Mereş, Dîlok, Kilis, Riha, Semsûr, Amed, Meletî, Xarpêt, Çewlîg, Dêrsim, Erzîngan û Mûşê dê baraneke zêde bibare û egera lehiyê heye.

Li gor pêşbîniya saziya navborî pileya germê zêde nayê guhertin lê li herêma erdhejê dê baraneke zêde bibare û li hinek cihan jî dê toz bibare. Herwiha hatiye hişyarkirin ku dijî egera lehiyê tedbîrên pêwîst werbigrin ku hejmarek zêde welatî li derve an jî di çadiran de dimînin.

Şeva borî li navçeya Hewagê ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê baraneke zêde bariya û ji ber wê yekê çûnûhatin zehmet bûbû. Herwiha hejmarek cadde û kolan di bin avê de mabûn û îro jî dem bi dem barîna baranê berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 307 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:45:57