Ji bo 14 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyarî hat dayîn

Rêveberiya Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ragihand ku îro Înê 6ê Çileya 2023an li 14 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê berf bibare û divê welatî li gor vê yekê tedbîrên xwe werbigrin.
06.01.2023, Cum - 13:16
Ji bo 14 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyarî hat dayîn
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasî ya Tirkiyê li parêzgehên Mûş, Çewlîg, Xarpet, Meletî, Dêrsim, Erzingan, Erzerom, Erdexan û Sêwazê yên Bakurê Kurdistanê li parêzgehên Yozgat, Çankiri, Kastamonu, Gumuşhane û Bayburt yên Tirkiyê dê îro roja Înê berf bibare û li hinek deveran jî berf û baran bi hevre bibare.

Herwiha tê texmînkirin li beşek parêzgehên Bedlîs, Wan û beşek Çewlîg û Mûşê jî dê baraneke zêde bibare û hişyarî tê dayîn ku dijî lehiyê welatî bi tedbîr bin.

Li gor rapora Keşnasiyê li seranserê Tirkiyê vê hefteyê pileya germê dadikeve û sir û seqem zêdetir dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 361 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:39:23