Ji bo 18 parêzgehan hişyariya bahoz û lehiyê hat dayîn

Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ji bo 18 parêzgehan hişyariya ba û bahozê da û ragihand ku dê li çend parêzgehan jî baran bibare û divê ji bo egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
07.04.2023, Cum - 08:03
Ji bo 18 parêzgehan hişyariya bahoz û lehiyê hat dayîn
Nuçe Belav bike

Saziya Keşnasî ya Tirkiyê roja Înê 7ê Nîsana 2023an parêzgehên Amed, Mereş, Sêwaz, Erzerom, Agirî, Mûş, Bedlîs û Semsûr yên Bakurê Kurdistanê jî di nav de li seranserê Tirkiyê bo 18 parêzgehan hişyariya ba û bahozê da.

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasiyê li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 10 parêzgehên Tirkiyê ku piraniya wan li herêma Trakyayê ne dê ligel barîna baranê ba û bahoz jî hebe û divê welatî hişyar bin.

Bi taybet li parêzgehên Edene û Osmaniye egera lehiyê heye û divê tîmên peywendidar li gor vê yekê tedbîran werbigrin.

Nêzîkî du hefteyane li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê daketiye û li çend deveran jî berf dibare. Herwiha li seranserê Tirkiyê jî heman rewş berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 317 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:03:24