Ji Hak-Par, KDP-Kurd û Azadî'yê Daxuyanîya Maşallah Dekak'ê

Hak-Par, KDP-Kurd û Azadî'yê daxuyanîyek li derheqa cigîra Rudawê yê Amedê Maşallah Dekak'ê daxuyanîyek belav kirin û bûyerê li hember wî şermezar kirin.
14.01.2024, Paz - 09:35
Ji Hak-Par, KDP-Kurd û Azadî'yê Daxuyanîya Maşallah Dekak'ê
Nuçe Belav bike

Di 12.01.2024ê de dema ku li Meydana Mizgefta Ulu ya Amedê nûçe dişopand, nûnerê Rûdawê Maşallah Dekak ji aliyê kesekî ku heta niha pêwendiyên wî nehatine zelalkirin, rastî heqaret û dijmina hat û hewla êrîşa fîzîkî hat kirin.

Li ciyekî girseyî ku gelek polîs lê hene, ev êrîşa hovane bê alîgir ne pêkane.

Kî ev êrîşa ku çapemeniya Kurd kiriye armanc û fermana wê daye, em bi tundî şermezar dikin. Em hêvî dikin ku kesên biryara vê êrîş dane, bên eşkerekirin û li gel vî kesî bên cezakirin.

Ev êrîş ji zêdebûna dijminatiyên li hemberî Kurdan, bi taybetî jî li dijî nirxên Kurdan cuda nîn e.

Gotinên êrîşkar ên wekî "Aqil be, ev der Komara Tirkiyeyê ye, bi kurdî nepeyivin", îfadeya zîhniyeta faşîst e. Ji ber ku ev êrîş ji êrîşa li ser rojnamegerekî wêdetir, êrişeke li nirxên gelê kurd û mafê wî yê ku di şexsê rojnamevanan de tê armanckirin.

Koma Medyayî ya Rûdawê saziyeke medyayî ye ku li gorî yasayên vî welatî hatiye damezrandin û li gorî yasayên vî welatî xebatên xwe dimeşîne. Ger li vî welatî qanûn hebe divê ji bo her kesî be. Bêcezabûna van êrîşan, tê wateya teşwîqkirina zîhniyeta faşîste.

Em careke din êrîşa hovane ya devkî û fizîkî ya li dijî nûçegihanê Rûdawê Maşşallah Dekak ku dema nûçe dişopand li Amedê pêk hatiye şermezar dikin.

Em dixwazin bînin ziman ku çapemeniya Kurd ne bi tenê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:36:29