Ji Hikûmeta Kurdistanê bersivek tund: Ev gotin îxanet in!

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi tundî bersiva Emîndarê Giştî Tevgera Nûceba ya Heşda Şeibî da û gotinên wî weke “îxanet” binav kir û got; “Diyar e ev birêz li Iraqê najî û Herêma Kurdistanê nas nake, lewma van gotinan dike.”
12.03.2017, Paz - 10:07
Ji Hikûmeta Kurdistanê bersivek tund: Ev gotin îxanet in!
Nuçe Belav bike

Emîndarê Giştî yê Tevgera Nuceba Ekrem Keibî di daxuyaniyekê de got; “Bi tevî şikestina hewl û planên ku ziyanê digihînin welat, hîna jî siyasiyên DAIŞê yên Iraqê, li gel dezgehên istixbaratî yên erebî û amerîkî kar dikin û di heman demê de Hewlêr jî bûye kargeheke wêrankirina Iraqê. Baregehên DAIŞê di bin navên cuda cuda de li Hewlêrê hene.”

Li hemberî van gotinan, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand; “Diyar e ew kesê birêz li Iraqê najî û Herêma Kurdistanê jî nedîtî ye, ji ber vê yekê jî axaftinên wiha dike.”

Sefîn Dizeyî diyar kir ku Hewlêrê himbêza xwe ji milyonek û 800 hezar koçberên Iraqê re vekirî ye û got; “Ev yek di demekê de ye ku pêwîst bû hikûmeta Iraqê wan koçberan vehewîne, lê ew li Herêma Kurdistanê di nava rewşeke aram de dijîn û ti caran jî derî li ber tûndûtûjiyê venekirine. Ji ber ku ew kes bixwe qurbanên tûndrewiyê ne. Herwiha hêzên Kurdistanê di şerê DAIŞê de hezar û 700 şehîd û nêzîkî 10 hezar birîndar dane.”

Herwiha Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku ew gotinên emîndarê giştî yê Tevgera Nûceba, li dijî şehîdan “xiyanet e” û got; “Divê li gotinên xwe serwext bin û wê yekê jî fambikin ku em ti caran ne li gel tûndrewiyê bûne û nabin jî.”

Ekrem Kebî damezrênerê Tevgera Nuceba û Esaîbîl Ehlê Heq e ku ev grub bi berdewamî dijitiya kurdan û Herêma Kuridstanê dikin.

Tevgera Nucebe di destpêka sala 2013ê de li Iraqê hatiye damezrandin. Ev tevger ji Esaîbîl Ehlî Heq cuda bûye lê di navbera herdu aliyan de pêwnendiyên baş hene.

Tevger xwe weke parêzvanê îslama rast, nirx û pîroziyên îslamê dide naskirin. Bi gotina wan, “bi taybetî li Iraq û Sûriyê li dijî hêzên tefkîrê, yên ji dîn derketine” şer dikin.

Ji bilî Iraqê, li navçeyên stratejîk ên Sûriyê (Şam, Heleb) çekdarên vê grûbê hene. Çekdarên vê grûbê jî şieyên ji welatên cuda ne.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1831 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:41:35