Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Em weke jinên kurd du car rastî tundê tên, ji bo ku hem em kurd in hem jî jin in. Dewleta baviksalarî û malbata baviksalarî nasnameya cinsi û netewî li dijî me dikin amûrên êrîş an
15.08.2020, Cts - 09:02
Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re
Nuçe Belav bike

Di sed sala 21’an de li Tirkiyeyê nîvê civakê jin rastî qirkirinên dijwar tên. Ev pirsgirîka serdestiya hişmendiya baviksalarî ye. Û bi ser ev êrîşan de jî Devlet dixweze mora xwe ji Hempeymana Stenbolê paşve bikişîne. Paşve kişandina morê di heman demê de tê wateya dewlet destûrê dide mêr ku komkujiya jinê rewa bike.

Em weke jinên kurd du car rastî tundê tên, ji bo ku hem em kurd in hem jî jin in. Dewleta baviksalarî û malbata baviksalarî nasnameya cinsi û netewî li dijî me dikin amûrên êrîş an. Em vê yekê tu caran napejirînin.

Me wekî Platform a Yekitiya Jinên Kurd bi hemû sazî û dezgehên jinan re li dekarasyona Hempeymana Stenbolê xwedî derketin.

Platforma me dobare bangî hemû rayedar û berpirsiyarên dewletê dike, da ku mora xwe ji Hempeymana Stenbolê nekişîne û hev pariya sazî û dezgehên jinan bike. Hempeymana Stenbolê jiyana jinê diparêze, di demên şer û aştiyê de jî derbasdar e.

Hempeymana Stenbolê heremî, netewî û navnetevî ye, destkeftiya berxweda jinê ye, jin jiyan e jiyanê nekuje.

Platforma Yekitiya Jinên Kurd

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 947 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:41:33