Ji şer reviya bû bûka Semsûrê di erdhejê de 4 zarokên xwe ji dest dan

Di erdhêjê de li dehan bajaran bi hezaran çîrokên dilêş ketin ser hev ku meriv hew dikare çavên xwe lê bigerîne. Yek ji wan jî Fatima ye ku xelka Helebê ye û ji ber şerê DAIŞê ji welatê xwe derketiye û hatiye bi kesekî Semsûrî re zewicî ye. Li vir bûye dayka 4 zarokan, lê xewna xwê ya dayîkbûnê jî heta erdhê jê berdewam kiriye.
28.02.2023, Sal - 14:34
Ji şer reviya bû bûka Semsûrê di erdhejê de 4 zarokên xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Li du welatan roj çawa li meriv reş û tarî dibe, li du welatan çito li cihê piyê meriv namîne, erd û ezman çawa meriv qebûl nake, mînaka piştrast ev xanim e.

Fatima ya 36 salî çîroka wê li Helebê destpê kir. Heta ku DAIŞ hat. Bi destpêka şerê navxwe ve li Sûrî malbata wê jî bû noka ser sêlê. Beşek bi Lubnanê ve şeqitî, beşek bi Elmanya û beşek jî bi Stenbolê ve derket.

Fatimayê jî xwe gîhand Mêrsînê. Li wir bi Ayzerê Semsûrî ve hev nas kirin û bû bûka Semsûrê û hatin li gundê Balya bi cî bûn. Heqê wê li dine çar zarbûn û xwedê rû pê nekir. Lê li vî çol hu çiyayê dûr ji Helebê Fatima careke din ket ber sileya felekê û xwedê çi dabûyê jê stend. Çar zar di carekê re di binê kavilan de man û niha ew ne zimanê van çiyan zane ku şewata dilê xwe bi ser wan de berde, ne jî li vî welatê dûr çiqilek heye ku Fatima deste xwe biavêjê.

Fatima Kuçukboga dibêje “Li vê derê veşartin û mi nedît. Dema ez ji gund derxistim û hatim vir, min dît ku veşartine. Min tenê yê biçûk dît, her sê zarokên din min nedîtin. Min ew maç nekirin, min xatir ji wan nexwest, min ew nedîtin. Min bi şev serên wan şûşt û ew maç kirin û razandin lê sibehê min ew nedîtin. Her dem digotin `me şîr divê`, min digot hûn mezin in, bavê wan digot `bila şîr vexwin, bila bi hêz bibin.`”

Ayzer ku berê zewicîbû heta ku Fatima naskir, rabû destê wê girt û weke derkiriyê ji êl û malbatê, hat û xanî û erdên bavûkalan careke din bi ser hev ve anîn. Destûra jîneke nû li gundê wî yê çiyayî hebû û gundiyan jî Fatima weke eqrebeya xwe qebûl kirin.

Dema me merê xwe da gund, hemûyan Fatima nişan dan. Tevî ku di her malê de şîn û girî ye jî çîroka Fatimayê kerba dilê wan hemûyan daye aliyekî.

Ayzer Kuçukboga got “Bila ez bimirama, bila kurêkên min nemirana. Mehmet hîn 6 salî bû, ev Emîr sal û 2 mehî bû. Ji çar zarokan me nikaribû yekî jî bifilitînin. Derî li ser me venebû. Ku Xwedê li hêla me bûya, dê yek ji me re bihişta, ew jî ji me re nehişt. Tiştek ku em bikin tine, dest û piyên me girêdayî ne.”

Li gundê Balya yan jî li gundê kavilan 280 xanî hebûn û 270 ji wan rûxiyan. 108 kes di derbkê re mirin û hewara gundiyan bi ezmên ve hilpekî. Gundî rojê li nava goristanê, şeve li nava kavilan derbas dikin. Lê dema Fatima tê goristanê, ne gundî jî têr û tû û kêzik û morî dûr dikevin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:54:01