Kabîneya Nehem: Sektora veberhênanê deriyekî din ê Kurdistanê bi rûyê cîhanê de

Veberhênan yek ji giringtirîn sektorên ku Kabîneya Nehem a Herêma Kurdistanê kar li ser kiriye. Bername û planên taybet yên di vî dawî de jî, derfet çêkirine ku bala kompanya û sermayedarên biyanî bikşîne da ku veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin.
10.07.2023, Pts - 09:21
Kabîneya Nehem: Sektora veberhênanê deriyekî din ê Kurdistanê bi rûyê cîhanê de
Nuçe Belav bike

Yek ji armancên Kabîneya Nehem ji dema damezrandina wê ve berî çar salan ew bû ku giringiyê bide sektora sermayerazandinê, ji bo vejandina zêdetir a aboriya Herêmê Kurdistanê, dubare avakirin û peydakirina derfetên kar di sektorên cuda de.

Ji bo vê armancê jî, hikûmetê 276 projeyên cuda di nav 11 sektoran de, bi sermaya zêdetir ji 13 milyar dolaran, di çar salên borî de ji temenê Kabîneya Nehem de endam dan.

Li gorî amarên Desteya Veberhênanê li Herêma Kurdistanê, hikûmetê 276 proje di sektorên bazirganî, bankî, tenduristî, pîşesazî, xizmetguzarî, geştyarî, perwerde, çandinî, xanî, huner û werzişê de bi 13 milyar û 496 milyon û 118 hezar û 948 dolar cîbicî kirine.

Li parêzgeha Hewlêrê, Kabîneya Nehem 122 projeyên weberhênanê bi sermayeya 10.1 milyar dolar, li ser rûbera zêdetirî 6 hezar donim cîbicî kirine.

Li parêzgeha Silêmaniyê jî, li ser rûbera zêdetirî 3 hezar donim, 72 projeyên sermayesaziyê bi sermayeya 2.2 milyar dolar hatine cîbicîkirin.

Her wiha li parêzgeha Dihokê jî Kabîneya Nehem di çar salên borî de, 51 projeyên weberhênanê li ser rûbera 2 hezar û 759 donim bi sermaya nêzîkî 600 milyon dolar cîbicî kirine.

Her wiha li parêzgeha Helebce jî du projeyên sermayesaziyê li ser rûberek 32.5 donim bi sermayeya 28.3 milyon dolar û 12 proje jî li Îdareya Serbixwe ya Germiyanê li ser rûbera 1146 donim bi sermayeya 393 milyon û 621 hezar dolar hatin cîbicîkirin.

Di derbarê Îdareya Serbixwe ya Raperînê de jî, Kabîneya Nehem 5 projeyên veberhênanê li ser 21,1 donim, ku sermaya wê 12 milyon 478 hezar dolar e pêk anî.

Her wiha 3 proje di Îdareya Serbixwe ya Soranê li ser rûbera 34 donim bi sermaya 15 milyon û 257 hezar dolar cîbicî kirin.

Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê jî, 9 projeyên sermayerazandinê li ser rûbera 394 donim, ku sermaya wê 44 milyon 580 hezar dolar tê texmînkirin, hatine cîbicîkirin.

Li gor amarên Desteya Veberhênanê, sermayedarên biyanî li Herêma Kurdistanê 3 proje bi sermaya 4 milyar û 962 milyon û 407 hezar û 800 dolaran cîbicî kirine. Ji bilî 3 projeyên hevbeş di navbera sermayedarên navxweyî û biyanî de, ku sermayeya wan 37 milyon û 384 hezar dolar e.

Li gor amarên Desteya Veberhênanê, hejmara projeyên veberhênanê yên ku ji aliyê sermayedarên navxwe ve hatine cîbicîkirin, gihîştiye 270 projeyan, ku sermaya wan 8 milyar û 496 milyon û 327 hezar dolar e.

Roja 19ê Hezîrana borî, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi amadebûna hejmareke mezin ji konsulên giştî û nûnerên dîplomatîk ên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê, sermayedarên navxweyî û biyanî û odeyên bazirganî, merasîmek lidar xist û tê de markeya veberhênanê li Kurdistanê û malpera “Kurdistan Investment” da destpêkirin.

Desteya Veberhênana Kurdistanê bi rêya “Kurdistan Investment” hewl dide ku sermayedarên biyanî ji bo veberhênana di sektorên curbicur de, bikişîne Herêma Kurdistanê, ew jî bi riya pêşkêşkirina zanyariyan li ser karûbarên veberhênanê yên li Herêmê, şirovekirina rêkarên yasayî û îdarî û balkişandina ser hêsankariyên ku ji biyaniyan re têne pêşkêşkirin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 597 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:18:05