Kê li ser tayînkirina qeyûman çi got?

Pişti danîna qeyûman a ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê li ber wan şaredariyan çalakiyên protestokirinê hatin lidarxistin û alîgirên DEM Partiyê nerazîbûn nîşan da
05.11.2024, Sal - 10:25
Kê li ser tayînkirina qeyûman çi got?
Nuçe Belav bike

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî duh da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Hevserok û parlamenterên DEM Partiyê ji bo pistgiriya şaredaran çûn Êlih, Mêrdîn û Xalfetiyê.

Şaredarên wan bajaran ragihand ku heta Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, ji wê biryara xwe venegere ew dê protestoyên xwe bidomînin.

Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun li şûna Ahmet Turk hatiye tayînkirin.

Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk ji kar hatiye dûrxistin û Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp bûye qeyûm.

Her wiha Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ji kar hatiye dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.

“Ev cara sêyemîn e îradeya xelkê Mêrdinê xesp dikin”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdinê Ahmet Turk got:

“Cara sêyem e li Mêrdînê îpotek danîn ser vîna gel. Em li vî welatî ji bo aştiyeke birûmet, ji bo edeleta wekhêv têdikoşin.

Armanca me ji bo Kurdan avakirina paşerojeke azad û demokratîk e lê desthilat îro bi armanca bêdengxistina gelê Kurd bi ser me de tê.”

“Em dê rê nedin zîhniyeta qeyûman”

Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan jî got, “Em dê bi ti awayî fêrî vê zîhniyetê nebin û bi ti awayî em dê rê nedin vê zîhniyetê.”

“Herî zêde me deng wergirtine”

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê jî wiha got:

“Di nav 81 bajaran de bi rêjeya herî zêde şaredariya me deng wergirtine.

Em dê vê emanetê bi ti awayî radestî memûrekî erzan nekin. Em li vir in, li berxwedanê ne û em hemû gelê xwe jî ji bo berxwedanê vedixwînin vê derê.”

Di xwepêşandanên li Êlihê de di navbera çalakvan û polîsan de alozî derket û hinek kes hatin desterserkirin.

“Derbeyek pêk hatiye”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê jî got:

“Ji ber di qada siyasetê de nikarin dest û pişta me bînin xwarê, bi destên dadger û polîsan û bi bê hiqûqiya Wezareta Karên Navxwe darbeyek pêk hatiye.”

“Desthilat dê bibe partiyeke tabelayê”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî wiha got:

“Hûn înkarê dikin û hûn diz in. Hûn ew desthilat in ku ji aliyekî ve destên xwe dirêj dike û ji aliyekî din ve jî zilmê dik3 ku rewabûna we jî nemaye.

Bila ji xelkê Êlih, Mêrdîn, Xelfetî û Esenyurtê re soza me be ku desthilat dê rojekê li vê axê tenê bibe partiyeke tabelayê.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 180 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:15:09