Bûyer, bûyer seat derdora 06.00an li dijî qereqola Duru ya li navçeya Lîceya Amedê pêkhatiye. Li gorî agahiyên ku di destpêkê de hatine belavkirin, êrîşkarê otomobîla bombebarkirî, jin bûye û xwestiye xwe di nava qereqolê de biteqîne.
Li gorî heman çavkaniyan dema ku leşkeran otombîla bombebarkirî ferqkiriye, êrîşkar xwe teqandiye. Di encamê de leşkerek birîndar bûye.
Leşkerê birîndar bi ambulansê rakirine nexweşxaneya dewletê ya Lîceyê.
Li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpkirin.