Kiliçdaroglu li Meletiyê ye: Pirsgirêkên mezin hene

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li Meletî ya Bakurê Kurdistanê ku di erdheja navenda wê Mereş bû de bandoreke mezin lê kir, lêkolîn kirin û diyar kir ku pirsgirêkên mezin hene.
11.02.2023, Cts - 09:54
Kiliçdaroglu li Meletiyê ye: Pirsgirêkên mezin hene
Nuçe Belav bike

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro Şemiyê 11ê Sibata 2023an serdana navçeyên erdhejê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir.

Kiliçdaroglu li Meletiyê ji Rûdawê re ragihand ku ew li gel serokên şaredariyên bajarên mezin ên CHPê serdana navçeyên erdhejê dike û diyar kir ku li van navçeyan gelek pirsgirêkên sereke yên xelkê hene, ew jî hatine da ku hevkariyê bikin û wan pirsgirêkên weke xwarin û germkirinê çareser bikin.

Kiliçdaroglu her wiha destnîşan kir, niha dema wê yekê ye ku xelkê Tirkiyê hemû hevkariya hev du bikin da ku pirsgirêkên ziyandîtiyan bêne çareserkirin.

Kiliçdaroglu di bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê Roj Elî Zale ya li ser rewşa dawî de got, “Niha di demek wiha de bi nêrîna min, rast nîn e ku mirov baxive. Lê pirsgirêkên mezin hene li vê qadê. Lewra divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Em tevî serokên şaredariyên bajarên mezin hatin vir da ku pirsgirêkan çareser bikin. Ji xwe pirsgirêka ku heye, gelekî dijwar e. Xelk li derve, li ber sermayê ye. Xelk li benda çadiran, li benda xwarin û vehewînê ye. Pirsgirêka germkirinê heye. Gelek pirsgirêkên wiha hene. Divê ev pirsgirêk demildest bêne çareserkirin. Em jî hatine, da ku dest bidin destê hevdu û van pirsgirêkan çareser bikin. Tevî serokên şaredariyên bajarên mezin em hatine. Em dixwazin ku Tirkiye bi hevkariyeke mezin van hemû pirsgirêkan çareser bike.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 378 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:06:07