Koçer ji ber barîna berfê li Zozanên Feraşînê asê man

Koçerên ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê diçûn zozanên Colemêrgê, ji ber berf û pûkê li Zozana Feraşînê ya 2 hezar û 625 metre bilind asê man.
11.05.2022, Çar - 08:03
Koçer ji ber barîna berfê li Zozanên Feraşînê asê man
Nuçe Belav bike

Rêwîtiya koçeran ku 6 meh li wargehên zivistanî derbas kirin, piştî germbûna hewayê bo zozanên hênik destpê kir.

Koçerên berî 15 rojan ji navçeya Cizîrê ji bo biçin zozanên Colemêrgê bi rê ketin, li navçeya Elkê ya Şirnexê li Zozana Feraşînê, ji ber berf û pûkê asê man.

Koçerên di berfê de asê man xwe spartin gundiyê Feraşînê û bûn mêvanê malên wan.

Koçerê bi navê Servet Polat got: “Îro 15ê Gulanê ye em ji aliyê Şirnexê tên. Ev bû 15 roj em li rê ne. Em gihiştine Feraşînê, hûn dibînin 15 ê mehê ye û berf û qiyamet e.”

Herwiha 15 koçerên ku bi ajelên xwe re li sînorê navçeya Elkê wenda bûbûn, piştî xebata 11 demjimêran hatin dîtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 872 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:15:54