Koçerên ku jiber berfê asê mabûn piştî 3 rojan hatin rizgarkirin

Koçerên ku ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê diçûn zozanên Colemêrgê û ji ber berf û pûkê li Zozanê Feraşînê asê mabûn piştî sê rojan hatin rizgarkirin.
12.05.2022, Per - 08:08
Koçerên ku jiber berfê asê mabûn piştî 3 rojan hatin rizgarkirin
Nuçe Belav bike

8 koçer û hezar û 500 ajel berî 15 rojan ji navçeya Cizîrê ji bo biçin zozanên Colemêrgê bi rê ketin, li navçeya Elkê ya Şirnexê li Zozanê Feraşînê ku 2 hezar û 625 metre bilind e, ji ber berf û pûkê asê mabûn. Koçerên di berfê de asê mabûn tevî keriyên xwe, xwe spartibûn gundiyên Feraşînê..

Koçerê bi navê Ahmet Bozkurt got: “Dema em ji herêma Bestayê derbasî vî alî bûn, li wê derê berfê destpê kir û em 3 rojan asê man. Xelkê wê derê alîkariya me kir û em rizgar kirin. Piştî wê jî em gihiştin herêma Feraşînê û li wê derê berf û baranê bi hev re destpê kir. Saziya Xizmetên Gund, bi me ve gehişt, makîne şandin û em rizgar kirin.”

Koçerê bi navê Ramazan Bozkurt jî behsa zehmetiya rêwîtiya xwe dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 731 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:38:36