Komkujiya Şingalê: Heta niha tenê 170 cenaze hatine radestkirin

Xizmên qurbaniyên Komkujiya Şingalê dixwazin ku di demeke kurt de cenazeyên wan bêne radestkirin lê karê tîma berhevkirina mînakên xwînê û testa DNAyê hîn bi dawî nebûye. Heta niha tenê 170 cenaze hatine radestkirin û veşartin.
04.08.2023, Cum - 05:34
Komkujiya Şingalê: Heta niha tenê 170 cenaze hatine radestkirin
Nuçe Belav bike

Jineke ji gundê Hemedanê yê Şingalê ku zêdetirî salekê ye gorên xizmên wê hatine kolan û mînakên xwîna wê hatine wergirtin lê heta niha jî cenazeyên wan nehatine radestkirin.

Xizmeke qurbaniyên Komkujiya Şingalê Eyşan Silêman got, “Gor li vê derê bû, ne tiştek jê xuyabû ne jî li me vegeriyan, em tiştekî nizanin.”

Tîmên wergirtina mînakên xwînê serdana kampan dikin û ji bo her cenazeyekî çend mînakan werdigirin.

“Karê herî girîng wergirtina mînakên xwînê ye”

Nûnerê Bijîşkiya Dadweriyê ya Bexdayê Xemîs Mehmûd li ser derengketina encaman got:

“Sedema derengketinê ew e ku amarên wan temam nebûne. Temamkirina amaran ji bo berawirdkirinê girîng e ji ber ku nabe berawirdî were kirin heta ku amar temam nebûbin.

Derxistina cenazeyan gava yekem e lê karê herî girîng wergirtina mînakên xwînê yên ji xizmên wan in. Em ji bo ku kar di demeke kurt de biqedin dixebitin.”

Tenê 170 cenaze hatine radestkirin û veşartin

Li gor amarên Desteya Lêkolînê ya Komkirin û Çareserkirina Gorên Bikom a Şingalê, 305 gor hatine kolan, 122 parçeyên cenazeyan hatine cudakirin û tenê 170 cenaze hatine radestkirin û veşartin.

Nûnerê Desteya Lêkolînê ya Komkirina û Çareserkirina Gorên Bikom a Şingalê Şakir Mehmûd anî ziman, “Li ser mînakên xwînê, divê hejmareke baş mînakên xwînê ji xizmên qurbaniyan bêne wergirtin ji ber ku testa DNAyê ne hêsan e.”

Kolan, lêkolîn û radestkirina cenazeyan bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî tê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 428 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:32:13