Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (KURD-KAV) 9-10ê Çiriya Paşîn dê li Ameda Bakurê Kurdistanê bi beşdariya gelek akademîsyen û lêkoleran Konferansa “Li Kurdistanê Bîr û Baweriyên Ayînî” li dar bixe.
KURD-KAVê ji ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kir ku ji bo lêkolînkirina serpêhatiyên dîrokî û dewlemendiyên baweriyên li herêmê, dê 4 pispor Herêma Kurdistanê û gelek lêkoler ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî konferansê bibin.
Her wiha konferans dê li Demîr Hotelê ya li navçeya Sûrê were lidarxistin.
KURD-KAVê piştrast kir ku di konferansê de çîroka civatên dînî yên Kurdistanê bi taybetî yên wekî Yaresan, Kakeyî, Reya Heqiyê, Şebek û Êzidî taybetiyên wan ên bingehîn ên pênasekirinê, astên wan ên xuyabûnê û teşeyên wan, teşeyên rûbirûbûn-dûrxistina wan bi civatên Îslamî û rejîmên siyasî re û hwd. dê ji perspektîfa nav civatan û lêkolînên akademîk ve bên nirxandin.
Bernameya konferansê wiha ye:
Konferansa Civata Olên li Erdnîgariya Kurdan
Yaresan, Kakeyî, Reya Heqiyê, Şebek û Êzidî
Roja yekem a konferansê: 9ê Çiriya Paşîn
Destpêka Konferansê Rûniştina Yekem: (Saet 10:00-13:00) Rîtûel û Taybetmendiyên Baweriyên Olî
Moderator: Seîd VEROJ
Axêver:
Hemîd Reza Huseyîn Şemsîniya - Rojhilatê Kurdistanê - Zanayê ayînî
Xeyrî Îbrahîm Koro - Dihok - Zanayê ayînî
Eyad Kakeyî- Hewlêr- Serokê Baroya Hewlêrê
Parêzer Alî Dogan - Zanayê ayînî
Rûniştina Duyem: (Saet 14:00-17:00) Serpêhatiyên Baweriyên Ayînî li Erdnîgariya Xwe
Moderator: Seîd VEROJ
Axêver:
Eyûb Kuxe Rustem Kerîm - Silêmanî- Nivîskar û lêkoler
Nîmet Emîn Zehmetkêş - Rojhilatê Kurdistanê - Nivîskar û lêkoler
Seîd Cirdo Meto - Dihok- Serokê Navenda Çanda Laleşê
Selahattin Alî Arik - Nivîskar û lêkoler
Roja Duyem a Konferansê: 10ê Çiriya Paşîn 2024
Rûniştina Yekem saet 10:00an heta 13:00yan û ji 14:00an heta 17:00an dê bi beşdariya hemû axêver û beşdaran bi awayê pirs û bersivan bê lidarxistin.
Moderator: Koroglu Karaaslan