Kurdên Êzidî li Şirnexê Cejna Cemayê pîroz kirin

Bi sedan Kurdên Êzidî li gundê Kîwexa ya bi ser navçeya Hezex a Şirnexê ve Cejna Cemayê a Şêx Adî pîroz kirin
08.10.2022, Cts - 13:31
Kurdên Êzidî li Şirnexê Cejna Cemayê pîroz kirin
Nuçe Belav bike

Bi sedan Êzidiyên bajarên Bakurê Kurdistanê, Êzidiyên koçber ên Şingalê yên ji ber şerê DAIŞê hatine Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û Êzidiyên dîasporayê beşdar bûn. Ji bo cejna cemayê ji demjimêrên sere sibehê ve xelk li gundê kîwexê kombûn û paşê rê û resma olî birêve birin.

Cejna Cemayê ya Êzidiyan a ku hersal di 7ê Cotmehê de dest pê dike û heta 15 Cotmehê berdewam dike wek hec tê qebûlkirin û merasim û çalakîyên olî yên mêzintir li Lalişê birêve diçin.

Alimê olî Feqîr Hecî behsa dîroka Êzidiyan kir û got, “Tehde li Êzidiyan bûye. Ji ber vê dînî vî olî vî zimanî 74 ferman li ser Êzidiyan rabûne. Em hêvî dikin ku ji niha pê ve ev der û dinya ev dewlet ev millet ev qewmê dinê jî bi însanê me re bimeşin ku heqê Xwedê ye.”

Gundê Kîwexê di herêma Torê de di navbera Mîdyat a Mêrdînê û Hezex a Şirnexê de yek ji gundê Êzidiyan e ku dîroka wê vedigere berî niha zêdetirî 1200 salan û wek Lalişa Biçûk tê nasîn. Li gundê ku ji salên 1980an vir ve vala bûye boneya Cejna Cemayê bi sedan êzdî ji bajarên dewr û berên şirnêxê,yên laleş û dîasporayê hatin di merasîma olî amade bûn û cejna xwe pîroz kirin.

Welatîyek Şingalê li ser Cejna Cemayê got, “Eyda me ye îro em gelek kêfxweş in ku em hatine. Xelkê me hatine cema me ya Iraqê hat bîra me.”

Welatî Meyan Xelef jî anî ziman, “Em hev dibînin eyda hev pîroz dikin. Em li vir xwarina xwe çêdikin.”

Welatî Meqbûle Temînî anî ziman, “Daxwaza min a eydê a herî mezin avekî li agir bike. Dinya xweş bibe ji milletî re.”

Welatî Miheya Hesen got, “Min dixwest ez niha li şingalê li ba şêx adî bibamaLi cem ehle xwe millete xwe. Ê bi Xwedê me bêrîya welat kirîye. Em hîn biçûk bûn bav û kalên me ji ber ola xwe mehkûm bûn. Em niha mezin bûne me bêriya wan rojan kirîye em dixwazin ku zarokên me vegerin welatê xwe nas bikin.”

Sebaret bi Cejna Cemayê perî bi sere qubban ve hatin girêdan, qewalan beytan gotin, jin û mêr û qîz û xortên Êzidî xwezî û xwestek û mexsed û mirazên dilên xwe bi dara xweziyê ve girêdan dua kirin û govend gerandin.

Welatî Binevş Kutlu anî ziman, “Vira welatê me ye, yê bav û kale me ye. Em ji bo zîyareta xwe hatine li ser xêrê be.”

Welatî Xûrnûf Dawid jî got, “Em ji hemû dewletan dixwazin hêsîrên destên daîşê xilas bin.Em hewara xwe digihînin hemû dewletan.”

Welatî Leyla Melîk anî ziman, “Em ji dinyayê re aştî dixwazin.Wek hêvî û aşîtî.”

Welatî Seydo Elî Kenan got, “Em dua dikin ji bo Xwedê a bixêr bike. Xêrê li erd û esmana bike. Em herkes vegerin cîh û warên xwe.”

Heta salên 1970an jî hejmara Êzidiyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 80 hezar bûn ku piştî salên 80yan Kurdên Êzidî ji sedemên sîyasî û civakî koçberî Ewropayê bûn ku a niha li tevahîya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li jêr hezar Êzidî mane, di van salên dawî de ew dîsa dil dikin ku vegerin ser axa bav û kalen xwe, gundên xwe avedan bikin û cejnên xwe ne wek mêvan wek xwedî axa xwe pîroz bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1097 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:38:02