Kurdên Bakûrê Kurdistan ji bo referanduma serxwebûnê berê xwe didin Başûr

Kurdên bajarên Bakûr, wekî Amed, Riha, Êlih, Mêrdîn û Şirnexê ji bo kelecana referanduma serxwebûnê berê xwe didin Herêma Kurdistanê.
20.09.2017, Çar - 07:49
Kurdên Bakûrê Kurdistan  ji bo referanduma serxwebûnê berê xwe didin Başûr
Nuçe Belav bike

Kesên ku dixwazin ji wê roja dîrokî re bibin şahid ji niha ve cihê xwe li şîrketên otobusan veqetandine û çaverê ne ku berî bidin ber bi dergehê Îbrahîm Xelîl, rayedarê kompanyayên otobusan dibêjin her ku îradeya pêkanîna referandumê bi hêz û zelal dibe, rezervasyonên me jî, ji bo 23 — 24 û 25ên vê mehê zêdetir dibin.

Rayedarê Kompanyaya Ozdiyarbakirê Şaban Dogmuş got "Rojê du seferên me ji bo Herêma Kurdistanê hene, ji roja înê wê de, otobusên me yên ku diçine Hewlêrê tije ne, her kes cihên xwe veqetandine, ji niha ve tevgerek mezin heye ji bo çûyîna Kurdistanê."

Li Xana Hesen Paşaya dîrokî Mehmûd Bozarslan ê rojnamevanê ku bi salan e di nav kurdên Tirkiyeyê de gelek lêkolînên civaknasiyê kirine, rûniştiye û ji me re dibêje, ev pêvajoyeke wisa ye, ku hemû kurd li dorâ wê civiyan e, tevî ku dîtinên wan yên siyasî ji hev cudabin jî.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 2034 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:05:49