Le Dîlokê 9 kes bi hinceta PKKê hatin destesekirin

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê 9 kes bi hinceta “endamtî û propagandaya terorê” hatin destserkirin.
25.11.2022, Cum - 08:29
Le Dîlokê 9 kes bi hinceta PKKê hatin destesekirin
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Ewlekariya Dîlokê îro Pêncşemê 24ê Mijdara 2022an di daxuyaniyekê de ragihand ku di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî de 9 kes bi hinceta “endamtî û propagandaya terorê” hatine destserkirin.

Hat ragihandin kesên desterkirî ji bo karûbarên yasayî bo Rêveberiya Ewlekariya Dîlokê hatine birin.

Di demên dawî de bi taybet bi nêzîkbûna hilbijartinan hikûmeta Tirkiyê givaşên xwe yên li ser siyasetmedar, rojnameger, rêveberên partiyên siyasî û kesayetên Kurd bi hincetên cuda zêdekirine û rojane bi rêya hêzên ewlekariyê hejmarek kes ji wan tên destserkirin ku piraniya wan endam û alîgirên HDPê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 290 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:09:06