Leşkerekî Tirkiyê li Zapê hate kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina leşkerekî Tirk li herema Zapê ya Başûrê Kurdistanê ragihand.
27.10.2022, Per - 07:12
Leşkerekî Tirkiyê li Zapê hate kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, li Zapê di encama şerekî ligel gerîlayên PKKê de leşkerekî wan ku birîndar bûbû, piştre canê xwe ji dest daye.

Artêşa Tirkiyê ji roja 18ê Nîsana 2022an ve, li deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Herêma Kurdistanê de dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîtê kiriye.

Di vî şerê ku ev zêdetirî şeş mehan e dewam dike de, li gorî amarên fermî, nêzîkî 70 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 539 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:46:19