Leyla Zana li ser danîna qeyûm: Ev tarîtî ne nû ye sedsal in didome

Siyasetmedar Leyla Zana li Colemêrgê ragihand, “Kurdan îradeya xwe di sindoqan de nîşan da. Desthilat jî vê îradeyê tune dihesibîne.”
06.06.2024, Per - 10:05
Leyla Zana li ser danîna qeyûm: Ev tarîtî ne nû ye sedsal in didome
Nuçe Belav bike

Siyasetmedar Leyla Zana ligel Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan duhî gihîşt Colemêrgê ku nerazîbûna li dijî danîna qeyûm û girtina Hevşaredarê Colemêrgê berdewam dike. 

Leyla Zana bang li gel kir: “Bila gel coş û kêfa xwe bi tiştên ku ev dikin xera neke. Hûn bi serketin. We şeref û hasiyeta xwe danî holê. We îradeya xwe di sindoqan de nîşan da. Şaredarî mala her kesî ye. We şaredariya xwe hilbijart. Yên ku li dijî îradeya we rêzdarî nîşan nedane bila şerm bikin.”

Leyla Zana got jî: “Ez bang li dewletê dikim: Hûn bixwazin bi Kurdan re bijîn riya we vekiriye. Ev ronahî li pêş we hemûyan e. Lê hûn Kurdan biçûk bibînin hûn nikarin vê bikin. Îradeya Kurdan derketiye lûtkeyan. Ev şerm ya we ye. Tiştên tên kirin tarîtiyê hem tîne pêş we û jînê tîne pêş me. Ev tarîtî ne nû ye sedsal in didome. Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’. Em dibêjin ku ev deshtilatdarî ji kurdan çi dixwaze? Kurdan îradeya xwe di sindoqan de nîşan da. Hûn çima vê îradeyê tune dihesibînin.”

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş roja 3ê Hezîranê hat binavkirin û ji postê xwe hat dûrxistin û qeyûm li şûna wî hat bicihkirin, roja 5ê Gulanê jî ji aliyê Dadgeha Colemêrgê ve bi 19 sal û 6 mehan hat cezakirin.

Piştî biryara cezakirina Akiş, li çar aliyên bajêr xwepêşandanên nerazîbûnê berbelav bûn. Hevserok, şaredar, parlamenter û berpirsên DEM tevlî xwepêşandanê bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 603 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:59:11