Li 14 deverên Şirnexê qedexe hat ragihandin

Parêzgeriya Şirnexê li bejahiyên Cizîr, Silopî, Basa, Qilaban û Elkê bo 15 rojan li 14 herêman qedexe ragihand û hat amajekirin ku deverên hatine destnîşankirin, wek Herêma Ewlekariyê ya Teybet a Demkî hatine ragihandin.
16.07.2024, Sal - 15:22
Li 14 deverên Şirnexê qedexe hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Ji aliyê Parêzgeriya Şirnexê ve hat ragihandin, li herêma Besta, li Çiyayê Cûdî yê dikeve aliyê Cizîr û Silopyayê, li Çiyayê Gabarê yê dikeve aliyê Basa, li bejahiya Elkê û Qilaban bo 15 rojan qedexe hatiye ragihandin.

Di daxuyaniya Parêzgeriya Şirnexê de hatiye amajekirin, 14 deverên ku hatine destnîşankirin wek Herêma Ewlekariyê ya Teybet a Demkî hatine ragihandin û biryara qedexeyê ji 16ê Tîrmehê dest pê dike û heta 30ê Tîrmehê dê berdewam be û bang li welatiyan jî tê kirin ku li gorî biryara qedexeyê tevbigerin.

Parêzgeriya Şirnexê balê dikêşe, ji bo ku ewlekariya civakî were cîbicîkirin, pêşî li tawanan û bûyerên tundûtujiyê were girtin, biryareke wiha hatiye wergirtin û çûnûhatina van herêman hatiye qedexekirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 304 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:11:11