Li 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê karkerên DEDAŞê dest bi xwepêşandanê kirin

Li parêzgehên Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê, îro 21ê Temûzê karkerên Kompanya Elektrîkê ya Dicle (DEDAŞ) bi armanca zêdekirina mûçeyên xwe xwepêşandan saz kirin.
21.07.2023, Cum - 08:39
Li 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê karkerên DEDAŞê dest bi xwepêşandanê kirin
Nuçe Belav bike

Li parêzgehên Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê, îro 21ê Temûzê karkerên Kompanya Elektrîkê ya Dicle (DEDAŞ) bi armanca zêdekirina mûçeyên xwe xwepêşandan saz kirin.

Karkerên Kompanya DEDAŞê ku bo 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê elektrîkê dabîn dike, daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe û baştirkirina mafên kar dikin. Karker daxwaza mafên weke endamtiya sendîkayê, betlaneyên fermî û sivikkirina kar dikin.

Karkerên li bajaran li pêş avahiyên DEDAŞê kom bûn û bi diruşmên “Em ê bi berxwedanê biser kevin” xwepêşandanê dikin.

Herwiha xwepêşandanên li bajaran dê heta demjimêr 17:00 berdewam bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 384 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:07:37