Li Agiriyê qeza: 5 kes birîndar bûn

Li navçeya Avkevirê ya Agiriyê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 5 kes birîndar bûn.
15.05.2024, Çar - 10:08
Li Agiriyê qeza: 5 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Otomobîla ku Muzaffer A. diajot li rêya Avkevir-Agiriyê li otomobîla ku Osman T diajot da.

Li ser agadarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn cihê qezaya trafîkê.

Di qezayê trafîkê de ajokarên her du otomobîlan û Berfîn T, Hakan O û Lokman Ayê di otomobîlan de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Agiriyê.

Derket holê ku rewşa birîndaran baş e.

 

Vî nûçeyê tevayî: 575 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:56:04