Li Amedê agir bi malekê ket: 6 kes bi jehrî ketin

Li navçeya Sûrê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, agir bi malekê ket û di encamê de 6 kes ji ber dûxanê bi jehrî ketin.
07.02.2024, Çar - 06:14
Li Amedê agir bi malekê ket: 6 kes bi jehrî ketin
Nuçe Belav bike

Li Taxa Lalebeyê ya Sûrê, şeva borî ji ber sedemeke ne diyar agir bi qatê duyemîn ê xaniyekî du qatî ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Agir di encama xebatên tîmên agir vemirandinê û welatiyan de hat vemirandin lê kelûpelên malê zerareke zêde dîtin.

Ji ber agir 6 kesên di mal de bi jehrî ketin.

Tîmên tenduristiyê kesên ku bi jehrî ketine veguhastin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiya 6 kesên bi jehrî ketine baş e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 481 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:09:06