Li Amed û Dîlokê êrişî Starbucksê hat kirin

Li parêzgehên Amed û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê, xwepêşanderên ku êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê protesto dikirin êrişî şaxên Starbucksê kir.
28.10.2023, Cts - 09:39
Li Amed û Dîlokê êrişî Starbucksê hat kirin
Nuçe Belav bike

Doh li piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xelk li dijî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê daketin kolanan.

Li Amedê demjimêrên êvarî li ser rêya Amed-Rihayê komeke ku Îsraîl protesto dikirin bi hinceta “alîgirê Îsraîlê” ye bi kevir, dar û kursiyan êrişî şaxa kompanya Starbucksê kir.

Di êrişê de zerareke zêde ya madî çêbû.

Li aliyê din li Dîlokê jî xwepêşanderan êrişî şaxa Starbucksê kir û zerareke zêde dan kelûpelan û camên wê şikandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 608 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:00:29