Li Amedê êrişa çekdarî: Miriyek, birîndarek

Li navçeya Bajarê Nû ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di êrişeke çekdarî de kesek mir û kesek jî birîndar bû.
06.01.2024, Cts - 07:43
Li Amedê êrişa çekdarî: Miriyek, birîndarek
Nuçe Belav bike

Li Kolana Yaşar Kemalê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê 2 kesan bi çekan gule bi ser kesekî de barandin û di encam de ew kes û şofêrê otobusê ku di rê de bû birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û ewlehiyê çûn cihê bûyerê û her du kesên birîndar birin nexweşxaneyê.

Şofêrê otobûsê ku gule li serê wî ketibû û giran birînda bûbû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Cenazeyê şofêrê otobusê dê bi merasîmekê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bê veşartin.

Hat ragihandin ku ji bo desteserkirina her du êrişkaran operasyon berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 506 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:58:52