Li Amed û Sêrtê qedexeya derketina derve!

Li 8 tax û gundên bi ser navenda Sêrtê û navçeya wê ya Hawêlê û li gundek û mezrayeke navçeya Farqînê ya Amedê bi hinceta operasyonên leşkerî ji sere vê sibehê şûnde qedexeya derketin a kolanan hat ragihandin.
23.11.2017, Per - 07:47
Li Amed û Sêrtê qedexeya derketina derve!
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Sêrtê hat diyarkirin ku li taxên Saritepe, Tuzkuyusu, Kayacik, Karakuyu, Çevre ve Ekinli yên bi ser navendê ve û li gundên Engîn û Çevrîmtepe yên bi ser navçeya Hawêlê ve bi hinceta operasyonên leşkerî ji saet 05.00ê vê sibehê şûnde heta biryareke din qedexeya derketin a kolanan hat ragihandin.

Her wiha ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya Parêzgariya Amedê li tax û mezrayeke bi ser navçeya Farqîn a Amedê ve jî bi hinceta operasyonên leşkerî yên li dijî endamên PKK'ê îro ji saet 06.00ê sibehê şûnde heta fermaneke din, derketina kolanan hat qedexekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1395 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:59:34