Li Amedê termê kesekî di çemê Dîcleyê de hat dîtin

Li Parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, termê kesekî 68 salî di çemê Dîcleyê de hat dîtin.
15.01.2024, Pts - 06:12
Li Amedê termê kesekî di çemê Dîcleyê de hat dîtin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyan, Abdulrezak Kiliç ê 68 salî roja 8ê Kanûna Paşîna 2024an ji bo biçe serdana xizmên xwe ji mala xwe ya li taxa Xançepekê ya Amedê derketiye û piştî wê winda bûye.

Malbata wî hêzên ewlehiyê ji rewşê agahdarkiriye.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFAD û şaredariyê yên binavger û cendirmeyan dest bi lêgerînê kir.

Tîmên navborî, çakêt û telefona Abdulrezak Kiliç li kêleka çemê Dîcle dîtin û tîman li ser wê yekê di çem de dest bi lêgerînê kir.

Termê Abdulrezak Kiliç îro di çemî Dîcleyê de hat dîtin.

Tîmên tenduristiyê ji bo otopsiyê termê wî veguhast morga Tiba Edlî ya Amedê.

Li aliyê din, derbarê sedema mirina wî kesî heta niha tu agahiyek nehatiye dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 361 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:22:03