Li Amed û Xarpêtê 3 bûyerên trafîkê: 1 mirî û 12 birîndar hene

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê îro du otomobîlan li hev dan û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn. Herwiha li Xarpêta Bakurê Kurdistanê jî îro otomobîlekê li dîreka elektrîkê da û di encamê de 6 kes birîndar bûn.
30.06.2023, Cum - 06:41
Li Amed û Xarpêtê 3 bûyerên trafîkê: 1 mirî û 12 birîndar hene
Nuçe Belav bike

Bi hatina Cejna Qurbanê re li Bakurê Kurdistanê bûyerên trafîkê zêde bûne.

Li Kolana Firat ya navçeya Peyasê ya Amedê, cîpekê û otomobîlekê li hev dan û cîp ji rê derket, li 3 welatiyên li kolanê qelibî û piştre kete nav marketekê.

Di encama bûyerê de welatiyek ku li kolanê dimeşiya canê xwe ji dest da û 2 welatiyên li kolanê û 4 kesên di otomobîlan de bi tevahî 6 kes birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Li bajarokê Hoxê yê Xarpêtê jî otomobîleke ji Çewlîgê ji rê derket û li dîreka elektrîkê ya li kêlaka rê qelibî.

Di encama wê bûyerê de 6 kes birîndar bûn û şofêr di otomobolî de asê ma.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û tîmên berevaniya şaristaniyê hatin şandin. Şofêr A.S. ku bi giranî birîndar bû, ji aliyê tîmên berevaniya şaristaniyê ve hat rizgarkirin û 6 birîndar bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin veguhestin.

Li Sêwaza Bakurê Kurdistanê jî 30ê Hezîranê otomobîlek ji rê derket û wergeriya.

Di encama bûyerê de yek jê pitik 3 kes birîndar bûn. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 487 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:35:08