Li Amedê 48 kes bi tohmeta endamtiya PKKê hatin girtin

Di operasyona Diyarbekirê de ji 143 desteserkiriyan, 48 kes bi tohmeta endamtiya PKKê hatin zindanîkirin û 89 kes jî hatin berdan.
29.04.2023, Cts - 15:38
Li Amedê 48 kes bi tohmeta endamtiya PKKê hatin girtin
Nuçe Belav bike

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê de roja sêşema borî li 21 bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê operasyoneke berfireh ku navenda wê Diyarbekirê bû hatibû kirin û piraniya wan rojnameger, parêzer, şanoger û siyasetmedarên Kurd 143 kes hatibûn desteserkirin.

Hat ragihandin ku ji 143 desteserkiriyan, 48 kes bi tohmeta endamtiya PKKê hatin zindanîkirin û 89 kes jî hatine berdan. Lêpirsîna şeş kesên din jî berdewam e.

Ji aliyekî din ve, îro jî di çarçoveya lêpirsînekê Serozgeriya Komarê ya Enqerê de fermana desteserkirina 49 kesan hate dayîn û ji bo girtina wan li 15 bajaran operasyon hate kirin. Di vê operasyonê de gelek kes hatine desteserkirin ku hejmarek ji wan rojnameger in.

Di operasyonê de Hevseroka Komeleya Rojnamgerên Dîcle û Firatê Dîcle Muftuoglu, Edîtora Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz û hajmerek kesên din hatine desteser kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 323 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:50:38