Li Amedê di bûyereke trafîkê de 13 zarok birîndar bûn

Li navçeya Rezan ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê minûbusa ku karkerên zarok ji ser kar vedigerandin malê ji rê derket û li kevirên li kêleka rê qelibî. Di encama bûyerê de 13 zarok birîndar bûn
22.11.2022, Sal - 13:46
Li Amedê di bûyereke trafîkê de 13 zarok birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Şevê din li Taxa Oglakli ser bi navçeya Rezan a Amedê minîbusa ku karkerên zarok ên temenê wan di jêr 15 salî de ji karê komkirina pembo vedigerandin malê ji rê derket.

Li gor agahiyan, minîbus li kevirên kêleka rê qelibî û di bûyerê de 13 zarokên karker birîndar bûn.

Zarokên birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bi ambulansan bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargil, Nexweşxaneya Dewletê ya Salahattin Eyûbî û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hatin veguhestin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, birînên piraniya zarokan sivik bûne û piştî dermankirinê bo malê hatine şandin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:14