Li Amedê di cejnê de qada geştyariyê geş bû

Di Cejna Qurbanê de li Amedê geştiyar eleqeyeke baş bo bajêr nîşan didin û geştiyariyên ku serdana bajêr dikin di şunwarên dîrokî de demê xwe derbas dikin û dibêjin dîroka zindî ya Amedê bibandor e.
11.07.2022, Pts - 09:43
Li Amedê di cejnê de qada geştyariyê geş bû
Nuçe Belav bike

Di rojên Cejna Qurbanê de li Amedê geşbûna qada geştiyariyê xwe da der. Geştiyarên ku ji derveyî bajêr hatin ji serê sibê ve dest bi geşta bajêr kirin û pêşiyê berê xwe dan remza geşatiyariya Amed navçeya Sûrê û şunwarên wê yên dîrokî.

Piraniya geştiyarên ku cejnê de hatîn Diyarbekir cara yekem bû ku Amed dîtin û amaje kirin ku Amed bajarek wisa ye wekî ku mirov di nava dîrokê de geştê bike.

Geştyar di axaftina xwe de ragihand: “Çara yekem e ku ez têm Diyarbekir. Min dizanî bajarek xweş e, lê min evqasî texmîn nedikir. Ji texmîna min xweşiktir e. Her derê Amed balkêş e û bibandor e.”

Geştyarekî din jî diyar dike: “ Ez bi malbata xwe re hatim ji bo li Diyarbekirê bigerim. Me li xanê taştê xwar, emê xwarinek din jî bixwin û vegerin Êlihê.”

Herwiha geştyarek jî dibêje: “Ez ji Îzmîrê hatim Diyarbekirê. Cara yekem e ez têm. Bi rastî bajarek taybet e, hêja ye, qedîm e. Baş e ku ez hatim. Emê têr bigerin û xwarinên wê yên xweş jî bixwin.”

Geştiyarnasên ku komên geştê ji rojavayê Tirkiyê tînin bajarên wek Amed, Riha û Mêrdînê dibêjin bo geştiyaran Mezopotamya erdnîgariyek cawaz û mîstîk e ku dema digerin kelecanek mezin cem wan petda dibe.

Geştyarnas Sabrî Şîmşek ji K24ê re ragihand: “Amed di sêgoşeya zêrîn a Mezopotamyayê de cih digire û navê Mezopotamyayê bi tena serê xwe bes e ku mirovan bikêşe vê derê. Piştî ku projeya 'Sêgoşeya Zêrîn a Mezopotamyayê' dest pê kir em dibînin eleqeya geştiyaran zêdetir dibe. Di rojên wisa teybet de jî geştiyar dixwazin biçin deverên teybet. Amed jî gelek taybet e.”

Geştiyariya Amedê her ku diçe pêş dikeve û eleqeya geştiyaran jî zêdetir dibe ku li gorî 5 mehên pêşî yên 2021ê di 5 mehên îsal de eleqeya geştiyaran %51 zêde bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 475 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:50:19