Li Amedê hejmara kargehên cilûbergan zêde bûye

Di sala 2016an de ji bo 66 kargehên tekstîlê bingeha navendeke tekstîlê hatibû danîn û di 2020an de 26 kargehan dest bi kar kiribûn û dest bi hilberînê kiribûn ku tevahiya berhemên wan kargehan bi pemboya Amed, Mêrdîn, Riha û Batmanê têne çêkirin. Zêdetirî ji sedî 50 ji pemboyê Tirkiyê û Bakur li bajarên Bakurê Kurdistanê tê berhemanîn.
29.07.2022, Cum - 05:34
Li Amedê hejmara kargehên cilûbergan zêde bûye
Nuçe Belav bike

Saziyên Amed a Bakurê Kurdistanê û karsazên tekstîlê ji bo ku Amed bibe navendeke tekstîla cîhanî, bi navê ji pembo heta podyûmê kampanyayek dane destpêkirin û kar û xebatên xwe di wê çarçoveyê de didomînin.

Li aliyê din niha kar û xebatên ji bo vekirina 40 kargehên din jî dewam dike û pêşbînî tê kirin ku di Adara 2023an de ew ê jî dest bi berhemanînê bikin û bi wî awayî herî kêm li Amedê 30 hezar kes dê werin îstîhdamkirin.

Li Amedê li Navenda Pîşesaziya Organîze ya Tekstîlê ku di sala 2016an de di serpereştiya parêzgarî, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Odeya Bazirganiyê Amedê, Borseya Pîşesaziyê, Komeleya Karsazên Pîşesaziya Tekstîlê û Ajansa Pêşdebirina Qerejdaxê de bingeh hatibû danîn ji 2020an vir ve 26 kargehên tekstîlê bê navber berhemanînê didomînin. Li gel wê di çarçoveya heman projeyê de kar û xebatên avakirina 40 kargehên din ê tekstîlê jî berdewam dikin.

Kargeha bincilan jî yek ji wan kargehan e ku di 2020an de li ser 33 hezar mêtro çargoşe ava bûye û bincilên ku bi pemboyê Amed, Riha, Mêrdîn û Batmanê tên berhemanîn hinardeyî 25 welatan dibe. Li gel wî 15 jê li derveyî welat 25 jî li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 40 dikanên wê yên firotinê hene.

Xwediya Kargeha Tekstîlê Mulkiye Ogurlu got, “Xwezî weke vir hin fabrîqeyên din jî hebana însanên ku ji bo xebatê diçûn stenbol û bajarên din div ir de bixebitîyana.însanên ku diçin wan deran jî ji malbatên xwe dûr dikevin.Li vir qet nebe herkes li cem malbatên xwe ne.”

Li kargeha ku zêdetirî 650 ciwanên Amedê lê dişixulin û palpiştiya debara malbatên xwe dikin, ew ji ber hebûna derfeta kar kêfxweş in û ji halê xwe razî ne.

Karker Ayşe Alicî Deniz anî ziman, “Ji aliyê dîtina kar ve Amed cîhekî ne baş e. Keç û xortên me tev bêkar in, li mal betal in. Mezinên me jî wisa ne lê a niha ciwanên me zêdetir bêkar in. Qet nebe bi rêya tekstîlê bi rêya van febrîqeyan derîyê nan ji wan re vedibe.”

Karker Yekbûn Yildirim jî got, “Ev îş neba ez ê betal bûma yan jî ez ê biçûma xerîbiyê ku ew jî ji min û malbata min re zor bû.”

Karker Dîlek Ozbîlmez anî ziman, “Ez û xwişk û birayên xwe li vir dişixulin. Em pênc sal in di zikê febrîqeyan da ne. Li Amedê ku febrîqe tunebin em bê îş dimînin.”

Karker Ekrem Kiliç got, “Ez a niha 9 nifûs im. Bi xêra vê febrîqê ez 9 gedeyan xwedî dikim. Min îsal xaniyek bi xêra xebata vir kirî.”

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Mehmet kaya jî dibêje ji bo Amed bibe navendeke cîhanî a pîşesaziya tekstîlê me bi dirûşma ji pembo heta podyûmê kampanyayek daye detpêkirin û xebatên me di wê rêyê de berdewam in.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazîya Amedê Mehmet Kaya anî ziman, “Amed û ev herem navenda pembo ye. Nêzîkî ji sedî 50 pemboyê Tirkiyê li vê heremê tê berhemanîn. A niha 26 febrîqeyên me di berhemanînê de ne û 3 hezar kes dixebitin. Hedefa me ew e ku nêzîkî 200 febrîqe werin vekirin û 30 hezar kes werin îstîhdamkirin. Ev yek di heman demê de dê vir bike navendeke tekstîlê, navendeke cil û bergên hazir.”

Li Navenda Pîşesaziya Organîze ya Tekstîlê ya Amedê ji bo vebûna kargehên nû yên tekstîlê Odeya Bazirganî û Pîşesazîya Amedê ji bo 2 hezar û 603 donim erdên din serlêdan kiriye ku ji bilî ew 66 kargehên ku nû hatine vekirin.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 517 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:49:53