Li Amedê kesekî hevjîna xwe û kurxaletê xwe kuştin

Li navçeya Erxenî ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kesekî hevjîna xwe xeniqand û kurxaletê xwe jî bi kêrê kuşt.
29.04.2023, Cts - 15:26
Li Amedê kesekî hevjîna xwe û kurxaletê xwe kuştin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan roja Şemiyê 29ê Nîsana 2023an li navçeya Erxenî ji ber dengên ji malekê hatine polîs hatine agahdarkirin û piştî lêkolînê di nav malê de cenazeyên 2 kesan hatiye dîtin ku yek ji wan jin e.

Hat diyarkirin ku cenazeyên her du kesan ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenî hatine şandin.

Piştî bûyerê kesekî bi navê Y.O xwe radestî polîsan kiriye û li gor îfadeyê, wî kesî hevjîna xwe xeniqandiye û kurxaletê xwe jî bi kêrê kuştiye.

Li gor zanyariyan kar û barê yasayî yê wî kesî berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 393 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:06:42