Li Amedê metirsiya erdhejê heye? Prof. Dr. Nacî Gorur bersiv da

Mamosteyê Beşa Endezyariya Jeolojiyê ya Fakulteya Madenê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Prof. Dr. Nacî Gorur ragihand ku ew ne di wê baweriyê de ye erdhejeke bihêz li Amedê çêbibe.
25.09.2023, Pts - 06:10
Li Amedê metirsiya erdhejê heye? Prof. Dr. Nacî Gorur bersiv da
Nuçe Belav bike

Piştî erdhejên 6 Sibatê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku derdora 60 hezar kesan canê xwe ji dest da, gelekî hişyarî ji ber rûdana erdhejên nû tên dayîn.

Jeolog û Mamosteyê Beşa Endezyariya Jeolojiyê ya Fakulteya Madenê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Prof. Dr. Nacî Gorur yek ji wan kesan e ku beriya erdhejên 6 Sibatê jî hişyarî dabûn.

Nacî Gorur destnîşan kir ku Amed ne li ser xeta fayê hatiye avakirin lê dibe ku erdhejên Faya Rojhilatê Anatolyayê bibe metirsî.

Gorur da zanîn ku eger li Amedê lêkolînên bejahî bên kirin û avahiyên saxlem bên çêkirin xeteriyeke cidî namîne û lê ev hişyarî da:

“Bi taybet li geliyan û navçeya Licê ku beriya niha erdhej lê çêbûye, divê avahî neyê çêkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 280 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:41:18